Li Dêrsimê şûnwarên dîrokî derketin holê

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/050520219

Excerpt

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê ku weke yek ji bajarên herî bedew ên Kurdistanê tê zanîn, bi kêmbûna ava bendavan û golan re, şûnûwarên dîrokî derketine ser erdê.

Li Geliyê Gemîciyê ya ser bi bajarokê Çemişgezeka Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi hatina biharê dîmenên bêhempa yên şûnwarên dîrokî, kultûrî û sirûştî derketin holê.

Di salên derbasbûyî de jî bi sed hezaran geştyaran berê xwe dan bajarê Dêrsimê û li nava xwezaya wî bajarî de digeriyan. Îsal jî ji ber qedexeyan û kêmbûna çûn û hatinê, piraniya navçeyên wê parêzgehê şîn bûne û dîmenên gelek balkêş derketine holê. Dêrsim ji bilî xweşikiya xwezayî, ji bo çendîn ajelan jî weke navçeyekî guncaw û aram e.

Bi kêmbûna ava gola bendava Kebanê li Gelî, Kenîseya Dirokî ya Miyadîn û şunwarên kevin ên di bin avê de mabûn, hatine xuyakirin. Dema dîmen bi hevre dibin yek, bi taybetî dema ku roj diçe ava, dîmenên çiya û teyisandina daristanê li ser avê ciwanî balê dikşîne.

Wênegir Malik Kaya dibêje: “Em dixwazin ciwaniya sirûştiya welatê xwe bo cîhanê bidin nasîn. Ne tenê Kinîseya Miyadînê, lê gelek cihên din jî hene ku gelekî hêjane û divê bên nûjenkirin. Em dixwazin ev cihên ciwan bo geştiyariyê bêne vekirin. Me gelek dîmenên ciwan û hêja girtine. Dema me ji bilindahiyê dîmenên gelî girtin, dîmen ne kêmî yên derya Ege û derya Spî ne.”

Geliyê Gemîcî di navbera çiyayê Kirklara ku li derdora gundê Alçilî ye,bi zêdebûna şînkayî û jiyana xwezayî balê dikşîne.

Welatî Fatih Karatepe jî got: “Ji ber ku ev der şûnwarekî kevn e her cor dar lê hene. Ez gelek caran derdikevim ser bilindahiya gelî, û li xweza û şînahiya Gola Bendava Kebanê temaşe dikim. Ez bi wî awayî aram dibim. Ev der ji ber Gola Bendava Kebanê hatiye ji bîrkirin. Lê ji ber niha av kêm bûye kinîse û cihên kevin têne xuyakirin. Kesên ku dikevin nav kinîsê qubbe, sitûnên dîrokî û çawahiya avakirina wan jî dibînin.”

Ligel ajelên ku neslê wan tên parastin wek werşek, hirçê gewr û pezkovî, û bi sedan corên çûkan jî li vir dijîn. Xwezaya ku bi darên behîv, tû, mazî û guhijan xemilî ye, wiha dike ev der zêdetir bala xelkê bikişîne. Ji ber vê yekî jî di her demê de ji bajar û bajarokên derdorê gelek kes ji bo temaşekirin û dîmengirtinê diçin wê derê.

no quotes no highlights no sources.